Agahdarî !
Xwendevanên hêja,
Le Monde diplomatique kurdî, di çirîya paşîya 2009ê de tevlî karwanê weşanên kurdî bû. Rojnameya me heta niha li Almanyayê dihat çap kirin; bi giranî li bayîyên navendî yên welatên ewropî dihat belav kirin û bi rêya postayê jî digihişt destê aboneyan. Ew hewl û xebata me, ya ku em bikaribin rojnameyê li Kurdistanê çap bikin û belav bikin, daku hêsantir bikeve destê xwendevanan, ji ber astengên fiîlî heta niha pêk nehat. Him ji ber bilindbûna mesrefên çap û belavkirinê li Ewropayê û him jî ji ber çaresernebûna gihandina rojnameyê bo destê xwendevanan, em ê ji meha hezîrana 2012ê û pê ve êdî tenê bi rêya Înternetê wek rojnameyeke elektronîk Le Monde diplomatique kurdî biweşînin.
Yek ji sedemên girîng yên derxistina vê rojnameyê ew bû ku, her çiqas hejmara weşanên bi zimanê kurdî zêde jî bin, bi ya me, bi pirsgirêkên kalîte û standardê ve rû bi rû bûn. Herweha, dîsa li gor me, ji bo civaka Kurdistanê, dîroka wê, ziman û çanda wê, di warê fikir û siyasetê de pêwîstî bi analîzên zanistî-akademîk ên berfireh hebûn. Dagirtina vê valahîyê jî bi saya dezgehên serbixwe ên çapemenî û weşanê gengaz bû.
Bi derxistina Le Monde diplomatique kurdî, me xwest, em ji bo cîhana kurdan ya ramanî ji hêla xwe ve pencereyekê vekin. Bi vê armancê me da ber xwe ku, em bi berzkirina asta kalîteya zimanê Le Monde diplomatique kurdî pirsgirêkên Kurdistan û cîhanê bi agahîyên pirhêl bigihînin xwendevanan. Bilindkirina ast û standarda zimanê kurdî, nexasim di warê siyaset û zanistê de armanceke me ya sereke bû.
Di nav wan du sal û nîvên weşana xwe ya matbû de, me gelek pesn û pîrozbahî ji we xwendevanên hêja wergirtin û vê yekê jî em dilşad kirin. Em jî ji dil spasîya hemû xwendevan, abone û piştgirên manewî dikin.
Abone û xwendevanên Le Monde diplomatique kurdî, dê ji hejmara hezîranê ve êdî bikaribin bi rêya elektronîk, ango bi weşana dijîtal di her 15ê mehê de rojnameya xwe bixwînin.
Ji 15ê meha hezîranê ve aboneyên Le Monde diplomatique kurdî dê bikaribin ji malpera www.diplo-kurdi.com rojnama xwe bixwînin.
Wek peyvên dawîn, daxwaza me ji akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, hunermend û wêjevanên kurd ew e ku bi hevkarî û piştgirîya xwe hejmara xwendevan û aboneyan zêdetir bikin û li rojnameya xwe xwedî derkevin.
Li gel xoşewîstî û silavan
Lijneya birêveber a Le Monde diplomatique kurdî
Di kêşeya kurdî de stratejîya nû
|
Hin nirxandin û pêşnîyarên ji bo destûra nû
|
|
Piştî hilbijartinên giştî yên 12ê hezîrana 2011ê, di warê çareserîya pirsgirêka kurdî de li Tirkîyeyê hewayekî hêvîdar serdest bû. Xelk bi hejmareke bilind di hilbijartinan de beşdar bûbû. 95 dersedê vîna gel di parlamentoyê de hat temsîl kirin. BDP jî, ku bi namzedên serbixwe ketibû hilbijartinan, 36 wekîl derxistibûn û ew gihaştibû wê hêzê ku bikaribe di parlamentoyê de grûpa xwe ava bike. Ji alîyê din de jî he... bixwîne |
Pêşekî Sedema yek ji wan meseleyan ku bi damezirandina komarê re bûne arîşeyên kronîk, ew e ku ji împaratorîyeke pirzimanî, pirçandî, pirolî û piretnîsîteyî hewl hat dayîn ku dewleteke monîst (yekparêz) a neteweyî were damezirandin. Vê teşe û ferasetê di demên paşê de jî xwe rast nekir û wekî nexweşîyeke kronîk heta îro hat. Rêveberên Komara Tirkîyeyê bi wê mîratê re, ku wan bi tevayî ji Îttîhad û Tereqqîyê stendi... bixwîne |

